Yazar "Arslan, Mesut" seçeneğine göre listele
Listeleniyor 1 - 3 / 3
Sayfa Başına Sonuç
Sıralama seçenekleri
Öğe Hêmanên fal, reml û muneccimiyê di edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya Klasîk de(2023) Arslan, MesutKevneşopiya falê ji berê de parçeyekî jiyana civakî ye. Falbazî jî di dîroka mirovahiyê de yek ji pîşeyên kevintir tê hesibandin. Mirovan ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo ku di bûyerên girîng de biryara rast bigirin serî li falbaz û munecciman dane. Çawa ku hêmanên jiyana civakî di edebiyatê de reng vedidin fal û falvekirin jî di edebiyata klasîk a Rojhilatê de bûne insûrên girîng. Di nimûneyên edebiyata Kurdî (Kurmancî) ya klasîk de jî em rastî falê û falvekirinê tên. Li gorî vê kesên aşiq ji bo dîtina paşeroja xwe, ji bo gihiştina hezkiriya/ê xwe, pêkhatina meqsed û mirada xwe fal vedikin, diçine remmal û munecciman. Helbestvan jî vê yekê bi awayekî estetîk di helbestên xwe de bi kar tînin. Ji bo rastfêmkirina edebiyata klasîk, ji bo şerha metnî hewce ye mirov wekî hêmanên din ên edebiyata klasîk falê jî bizane û rave bike. Bo nimûne, gava Feqiyê Teyran dibêje “Elîf nayê di fala min” çi qesd dike? Di falê de “elîf hatin” mizgîniya çi ye? Lewma di vê gotarê de emê pêşî bi kurtî behsa falê û sê cureyên wê bikin. Ev, fala Qur’anê/kitêbê, reml/remmalî û ilmê nucûm in ku di metnên edebî de herî zêde ew derdikevine pêşiya me. Piştî danasîna van falan emê di nav rûpêlên edebiyata Kurdiya Kurmancî ya klasîk de li nimûneyên wan bigerin. Dîwanên helbestvanên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Perto Beg, Seyid Eliyê Findikî, Namî; herwiha mesnewiyên eşqê yên wekî Mem û Zîn û Seyfulmulûkê wê çavkaniyên me yên sereke bin. Ji bo başfêmkirina mijarê emê ji folklora Kurdî û ji çavkaniyên edebiyata Osmanî jî nimûneyan bînin. Bi vî rengî emê hewl bidin têkiliya edebiyata Kurdî ya klasîk û jiyana civakî jî nîşan bidin.Öğe Nêrîneke Giştî Li Nameyên Menzûm Di Edebiyata Kurdî (Kurmancî) Ya Klasîk De(2023) Arslan, MesutName, ji bo ragihandinê alaveke kevn e. Ji serdemên pêşîn ve mirovan ji hev re name nivîsîne û bi vî şeklî têkilî danîne. Mirov dikare nameyan dabeşî çend cureyan bike lê cureya ku ji bo lêkolînên edebiyata klasîk gava pêşîn dibe mijar nameyên menzûm in. Nameyên menzûm, bi kurtî ew name ne ku bi şêweya helbestê têne nivîsîn. Helbestvanên ku van nameyan dinivîsîn hem meqseda xwe ya ragihandinê pêk tînin hem jî karîn û xurtiya xwe ya edebî di vî warî de jî nîşan didin. Helbestvanên xwedî dîwan wan nameyan jî wekî helbestên xwe yên din di dîwanên xwe de bi cih dikin û bi vî rengî ew hem dibine nimûneyên edebî hem jî dibine belgeyên dîrokî. Di edebiyata Kurdî ya klasîk de jî kevneşopiya nameyên menzûm heye. Helbestvanên Kurdan di vî warî de jî bi zimanê xwe hunera xwe nîşan dane. Bi qasî ku em dizanin heta niha xebatek li ser vê mijarê nehatiye kirin. Bi vê nivîsê em dixwazin destpêkekê bikin, nimûneyên nameyên menzûm ên bi Kurdî nîşan bidin da ku ji bo lêkolînên berfirehtir rê vebe. Loma me xebata xwe bi zaravayê Kurmancî sînordar kir. Di vê mijarê de Dîwana Seyid Eliyê Findikî ji me re bû çavkaniya sereke. Ji ber ku me di Dîwana Findikî de bi Kurmancî yazdeh heb nameyên menzûm tesbît kirin. Li gorî vê di nav helbestvanên Kurmancî yên klasîk de yê ku herî zêde nameyên menzûm nivîsiye Findikî ye. Wekî din Şêx Eskerî, Mela Izedînê Xweşiko û Mela Ehmedê Zinarexî jî bi Kurmancî nameyên menzûm nivîsîne. Me ji helbestên wan jî sûd wergirt û nimûne nîşan dan. Herwiha li gorî nimûneyên berdest me di edebiyata Kurdî ya klasîk de plansaziya giştî ya nameyeke menzûm derxist.Öğe PIRSGIRÊKA HELBESTÊN BÊMEXLES: LÊKOLÎNEK LI SER HELBESTA “ÎRO JI DESTÊ DILBERÊ”(2023) Arslan, MesutMexles, nasnavê edebî yê helbestvan e û ji xwendevan û lêkolîneran re xwediyê helbestê diyar dike. Lê pirsgirêk ev e ku di her helbestê de mexles nîne. Di lêkolîneriya helbesta klasîk de yek ji pirsgirêkên mezin ev helbestên bêmexles in. Diyarkirina xwediyê helbestên wiha ji bo lêkolîneran ezmûneke giran e. Hewce ye em bibêjin ku di edebiyata Kurdî ya klasîk de jî gelek helbestên wiha hene, bi taybetî di nav yên Feqiyê Teyran de. Di vê gotarê de wekî nimûne emê li ser helbesta “Îro ji destê dilberê” bixebitin ku bêmexles e û lêkolîneran ew ser navê du şairên cuda (Feqiyê Teyran û Siyahpoş) weşandine. Ligel van herdu îddiayan me jî di koleksiyona Jaba de di nav destxetekê de parçeyeke vê helbestê peyde kir. Bi vî rengî ji bo heman helbestê di destê me de sê nusxeyên cuda çêbûn ku bi rêbaza edîsyon-krîtîkê mirov dikare lêkolîna metnî bike. Me jî di vê gotarê de ev hersê metin dane ber hev da ku xwediyê vê helbestê piştrast bikin. Herwiha bi rêbaza întertekstualîte (navbermetnî, navdeqî) jî ji me re gelek delîl peydebûn ku em xwediyê helbestê bibînin. Di encamê de em gihiştine rayekê. Lê ji ber ku ev rêbaza têkel ku me bi kar anî ji bo lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk nû ye û ji bilî vê helbesta nakokî bi giştî şêweya Feqiyê Teyran û Siyahpoş pir dişibine hev gihiştina encamekê ne karekî rehet bû. Em hêvî dikin ku ev rêbaz ji bo helbestên din ên bi vî rengî bibe rênîşanek û pirsgirêkên wiha çareser bike.